TR KU SO
FB X
Cîhan

Konseya serkirdayetiya Yemenê xwest YA ji bo astiyê zorê bide Hûsiyan

Admin M
Nivîskar
📅 17 gulan 2023 01:31

PeyamaKurd - Konseya serkirdayetiya Yemenê xwest ku Yekîtiya Awrûpayê ji bo aştiyê zêdetir zorê bide ser Hûsiyan. Serokê konseya serokatiya Yemenê Reşad el-Alimi, ji ber 9 sale li Yemenê şer dewam dike, bang li YA kir ku zorê bide ser Hûsiyên Yemenê da aştî çêbibe.

Li gor ajansa fermî ya Yemenê SABA yê; Alimi li bajarê Adenê bi serokê delegasyona Yakîtiya Awrûpayê Gabriel Munuera Vinals û balyozên welatên Yekîtiya Awrûpayê re civiyaye. Alimi di derbarê pêşdeçûnên li Yemenê, dastpêkirina pêvajoya nû ya siyasî, ji bo temîna ewlehiyê û îstîqrarê, xebatên tên kirin de agahî da. Alimi ragihand ku ew ji bo her xebata aştiyê amade ye û dixwaze krîza li Yemenê biqede. Alimi, xebatên Erebistana Saûdiyê ya nûhkirina agirbesê û di bin serpereştiya NY de destpêkirina pêvajoya siyasî bilind nirxand. Balyozên welatên Awrûpa jî gotin ku:

“Wê desteka hukumetên me yên ji bo serokatiya konseyê û reformên ku hukumeta Yemenê dike, dewam bike û wê reforman xwurt bikin.”

Ji êlûna sala 2014an heya niha li Yemenê di navbera konseya rêvebir û Hûsiyên bi desteka Îranê şer dewam dike. Niha agirbesa wan dewam dike  û hukumet dixwaze agirbesê dirêj bike.

Parve bike: