TR KU SO
FB X
Cîhan

Koska Spî hisyarî da Iraqê: Bilez bide rawestandin!..

Admin H
Nivîskar
📅 06 sibat 2024 01:02

PeyamaKurd – Berdevkê Konseya Ewlekariyê yê Koşka Spî John Kirby, hişyarî da hikûmeta Iraqê ku gefên komên milîsên Îranê bilez bide rawestandin.

Berdevkê Konseya Ewlekariyê yê Koşka Spî John Kirby got, divê Iraq bi lezgîniyeke zêdetir gefên milîsên girêdayî rêjîma Îranê bide rawestandin.

Kirby diyar kir ku Iraq ji bo dawîanîna gefên milîsên Îranê li ser Artêşa Amerîkayê, divê hîn bileztir kar bike.

Herwiha Kirby daye zanîn ku êrîşên Amerîkayên yên ser komên milîsên Îranê destpêk e û dê berdewam bikin.

Parve bike: