Krîza Koçberan kûr dibe, Fransayê hevdîtina ligel Brîtanyayê bi dawî anî
PeyamaKurd – Piştî mirina 27 koçberan li Derya Manşê, Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ji Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re nameyek şand û daxwaze vegerandina koçberên derbas bûne kir.
Fransayê piştî nameya Johnson, hevdîtina Wezîrê Navxwe yê Fransa Dermanîn a ligel hemkarê wî yê Brîtanyayê betal kir û dawî li hevdîtinan anî.
Boris Johnson bang li Fransayê kiribû ku koçberên ji Derya Manşê derbas bûne paşde vegerîne û li ser vê bangê Wezîrê Navxwe Fransayê Gerald Darmanin hevdîtinên xwe yên bi hevkarê xwe yê Brîtanî Priti Patel re bi dawî kir.
Gerald Darmanin got ku nameya Johnson a piştî mirina 27 koçberan li Derya Manşê, welatê wî bêhêvî kiriye û diyar kir, eşkerekirina nameyê ji raya giştî re, rewş hîn xirabtir kiriye.
Di nameya ji Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re hatiye şandin de, Johnson avêtina pênc gavan pêşniyar dike û dibêje, rê li ber dubarebûna trajediyê bigirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, 24ê Mijdarê li Derya Manşê keştiya koçberan noqî avê bûbû û 3 ji wan zarok û 7 jin, bi giştî 27 kes miribûn.
Li gorî çavkaniyên medyayî hejmarek ji wan koçberên mirine Kurd in ku hîn nasnameyên wan nehatine diyarkirin.