Cîhan
Kurtulmuş: Armanc ti ewladê Kurd çekan hilnede û dernekeve çiyê ye
PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, di civîna 17emîn a "Platforma Îradeya Neteweyî" de ku li Stenbolê hat lidarxistin, derbarê pêvajoya aştiyê û yasaya nû ya ku li parlamentoyê hatibû pejirandin de daxuyanî dan.
Kurtulmuş got ku armanca sereke avakirina jîngeheke wisa ye ku ti xort û ewladê Kurd bi tu sedemî careke din çekan negrin destê xwe û berê xwe nedin çiyê.
Kurtulmuş bal kişand ser yasaya ku di 10ê Tebaxa 2026an de bi 467 dengên erê li Meclîsê hatiye qebûlkirin û diyar kir ku ev pêngav encama tifaqeke mezin a civakî ye.
Kurtulmuş destnîşan kir ku ev model "Modela Tirkiyeyê" ye û piştgirî û vîna rêxistinê ya ji bo danîna çekan di gihîştina vê astê de roleke girîng lîstiye.