Lavrov: Nakokî, bi piranî çareser bûne
PeyamaKurd- Di Civîna Platforma Hevkariya Herêmî ya Kafkasya Başûr de piştî ku Qerebax ket bin rêveberiya Bakuyê, wezîrên derve yên Azerbaycan û Ermenîstanê cara ewil civiyan û wezîrên derve yên Tirkiye û Rusyayê jî beşdarî civînê bûn.
Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, diyar kir ku nakokiyên di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de bi giranî çareser bûye û divê êdî alî ji bo asayîkirina têkiliyan gavên pratîkî bihavêjin.
Lavrov diyar kir ku Baku û Êrîvan li ser wê yekê li hev kirine ku Qerebax a Azerbaycanê ye û got, "Pirsgirêka sereke ya ku nehat çareserkirin ev bû. Pevçûn bi giranî hat çareserkirin."
Di şerê Îsraîl-Filistînê de pêşniyaza Tirkiyeyê
Sergey Lavrov, di derbarê pêşniyaza garantor a Tirkiyeyê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Îsraîl-Filîstînê de jî wiha got:
"Beriya demekê, hevkarên me yên Tirk fikira ku welatên ku bandora wan li ser aliyên şer heye bila bibin garantor û ew garantor dikarin bi awayekî bibin yek û li ser hin pêşniyazan ji bo aliyan li hev bikin.
Min îro ji hemtayê xwe Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re got ku vê fikirê şênber bike.”