Leskerên Amerîkî: Em sermezar in!..
PeyamaKurd – Leşkerên Amerîkî yên li Rojavayê Kurdistanê ji medya cîhanî re axivîn û tenêhiştina Kurdan li hemberî êrîşên Tirkiyê wekî şermezarîyeke mezin şîrove kirin.
‘Xyanet ji her tiştî tehltir e’
Roja Çarşemê, 09.10.2019an firoke û topxaneyên Tirkiyê navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê kirin armanc. Hemwelatiyê bi navê Husên Remo, ji rojnameya Guardian a Brîtanyayê re dibêje, “Xiyanet tehl e. Ev 63 sal e dijîm û min tişta wiha nedîtiye. Caran me zilma rejîmê dîtiye û niha jî xiyanet li me hat kirin. Ya niha nexweştir e.”
Topeke topxaneya Tirkiyê gotina Husên birî, di demekê de bi tirseke mezin ber bi mînîbûsekê ve diçe ku biryar bû ji Qamişlo ber bi Hesekê dûr bikeve. Li gor amarên Netewên Yekgirtî heta dawiya roja Înê zêdetir ji 70 hezar kes ji bakur rojhilatê Sûriyê koçber bûn û niha jî ew hejmar gihiştiye 190 hezar kesan. Hemwelatiyekê xelkê Kobanî jî dibêje, “Nêzikî ji sedî 40 xelkê piştî çar salan careke din koçber bûn.”
Di nav mînîbusê de Rehîma Osman a temen 52 salî, li gel du neviyên xwe rûniştiye û dibêje, “Hemû kurên min bo vê dozê (bo şerê hevpamanan a li dijî DAIŞê) şer kirin. Du kurên min di wê rêyê de şehîd bûn.”
Leşkerên Amerîkî: Em şermezar in
Nêzikî 10 hezar kîlometre dûr ji agirbarana di navbera Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) û artêşa Tirkiyê, hejmareke fermandar û efserên amerîkî ku li gel HSDê kar kiribûn, hest bi şermezariyê dikin.
Efserekî amerîkî ku îsal Rojavayê Kurdistanê ber bi Amerîkayê ve bi cî hiştiye, ji kovara Foreign Policy ya amerîkî re dibêje, wî bi wan hêviyan Sûriye bi cî hiştiye ku Amerîka bi temamî dest ji HSDê bernade, lêbelê ew efser dibêje, piştî twîta Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê vekişîna hêzên amerîkî ji navçeyên sînorî, “Ez bi temamî têk çûm.”
Efserekî din jî ji wê kovara amerîkî re dibêje, “Şervanên HSDê yek ji wan exlaqbilindtirîn xelkan bûn ku min di jiyana xwe de dîtine.”
Efserekî din jî ku ji sala 2017an heta sala 2018an li Rojavayê Kurdistanê maye, dibêje, “Hest dikim bi diltengî û nîgeraniyên nexweş ketime. Hest bi şermezariyeke kur dikim ku welatê min rê daye hevpeymanên nêzikî me ku hemû şer bo me kirin û bi vê çarenivîsê biçin. Di demeke ku me dikarî rê li ber bigirin.”