Cîhan
Li Adana çûn û hatina daristanan qexe kirin
PeyamaKurd – Bi hatina havînê re parêzgeha bajarê Adana ya Tirkiyê biryarê da ku çûn û hatina daristanan qedexeye. Qedexe di 11ê Hezîranê de destpêdike û heya 31 ê Cotmah a 22026an dewam dike.
Dema xelk ji bo pîknîkê diçe daristanan û bax û baxçeyan agir vêdixin û dema agir ji kontrola wan dertê agir bi daristanan dikeve.
Esnafên ku kargeha wan nêzî daristanêne, divê di dukkanên wan de tupê vemirandina agir hebe. Tenê ciyên fermî yên mesîrê û pîknîkê di derveyê qedexeyê de ne ji ber daîma tîmên pêwendîdar dikarin wan sehayan û hem herkesî kontrol bikin.
Koordînasyona bajarê Adana ji niha de tedbîrên xwe distîne da di Havînê de karibe ber li şewatê bigre.