Kurdistan
Çûn û hatina Baskilê hat qexekirin
PeyamaKurd- Navçe ya Xarpêtê ya bi navê Baskilê bi sedema koronavîrusê çûn û hatina wê bi temamî hat qedexekirin. Di navçeyê de apartmanekî bi temamî xistin karatînayê. Tenê bo temîna pêdiviyên zarûrî îzin tê dayîn.
Li Baskilê berê jî taxekî xistibûn bin karantînayê. Çûn û hatina gundên bo Baskilê an ji Baskilê çûn û hatina gundan bi temamî qexeye. Temamê rêvebiriya Baskilê bi qeymeqamiyê ve hatin girêdan û tabi’ê îzna qeyemqamiyê ye.
Kesên ku wezîfedarên navçê ne û li derveyê navçeyê îqame dikin, wê bi îzin bên hesibandin an bi îzin karibin herin navçeyê. Apartmana ku di bin karantînayê ye, heya 14 rojan wê di bin karantînayê de bimîne.
Qedexeya çûn û hata bajêr, heya fermaneka dinê ku roja wê ne diyare, dê dewam bike.