Li Afrîkaya Başûr êrîşa ser şahiyekê: 11 kes hatin kuştin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li nêzîkî bajarê Durban ê li perava rojhilat a Afrîkaya Başûr, di şahiyeke malê de êrîşeke çekdarî hate kirin ku di encamê de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî zanyariyên polîsan, 3 kesên çekdar ketine nava xaniyekî li herêma KwaMakhutha û gule li kesên ku li wir bûn barandine.
Di encamê de 10 kes li cihê bûyerê û kesek jî li nexweşxaneyê miriye, her wiha 3 kes jî birîndar bûne.
Di nav kesên ku hatine kuştin de jineke ku tê texmînkirin ducanî bû jî heye.
Polîs diyar kir ku hîn armanca êrîşê bi temamî nayê zanîn, lê belê lêpirsîn li ser tê kirin ku dibe bûyer bi pevçûna di navbera komên tawanan de be.
Hêzên ewlehiyê lêgerîna xwe ya ji bo gumanbaran didomînin û lêkolîn dikin ka şewitandina otomobîlekê ya nêzîkî malê girêdayî vê êrîşê ye yan na.