Cîhan
Li Babîlê bombe bi karwana hevpeymaniyê de hat teqandin
PeyamaKurd – Li bajarê Babîl ê Iraqê dema derbasbûna karwana hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê bombeyeke çandî hat teqandin.
Hat ragihandin ku êrîşa bombeyê li nêzî bajarê Babîlê dema karwaneke hevpeymaniyê derbas dibû hatiye kirin.
Li gorî ragihandina medya Iraqê, ziyanên wê êrîşa bombeyî nehatine belavkirin.