Cîhan
Li Bexdayê bombe bi karwana hevpeymaniyê de hat teqandin
PeyamaKurd – Di demeke ku hêzên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî baregeha Tacî ya Bexdayê vala dikin, li nêzîkî baregehê bombe bi karwaneke hêza hevpeymaniyê de hat teqandin.
Li gorî jêderekî ewlehiya Iraqê ku nexwestiye navê xwe bide, li nêzîkî baregeha Tacî ya li bakurê Bexdayê bombeyeke vedayî bi karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî de teqiya.
Hêjayî bibîrxistinê ye, îro Hevpeymaniya Navdewletî baregeh radestî hêzên Iraqê kiribû û dest bi valakirina wê kiribû.
Doh jî li navçeya Xezaliye li rojavayê Bexdayê, bombeyek bi karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî de teqiyabû.