Li bajarê Bursayê 6 şaredarên CHPê derbasî terefê Partiya YENİ bûn
PeyamaKurd – Piştî Kemal Kılıçdaroğlu bû serokê partiya CHPê, serokê CHPê yê berê Özgür Özel bi hevalên xwe re dev ji CHPê berdan û Partiya YENİ ava kirin. Pêle devjêberdana CHPê dewam dike û kesên dev ji CHPê berdidin diçin dibin endamên Partiya YENİ.
Di pêla niha de 6 şaredarên CHPê yên partiya CHPê ji partiya xwe îstîfa kirin û tevlî YENİ Patiyê bûn. Bi îstîfa 6 şaredaran re şaredarên CHPê li bajarê Bursa neman.
Şaredarên ku ji CHPê îstîfa kirine; şaredarê navça Osmangazi Erkan Aydın, yê navça Nilüferê Şadi Özdemir, yê navça Gemlikê Şükrü Deviren, yê navça Mudanya Deniz Dalgıç, yê navça Mustafakemalpaşayê Şükrü Erdem, yê navça Harmancıkê Haşim Ali Arıkan in. Temamê endamên meclisa CHPê îstîfa kirin û tevî YENİ Partiyê bûn.
Bi derbasbûna kesên navborî re, li bajarê Bursayê 3 parlementer û serokê şaxên 16 navçên CHPê derbasî YENİ Partiyê bûn.