TR KU SO
FB X
Cîhan

Piştî Mansur Yavaş 7 şaredarên din ji CHPê îstifa kirin

Admin H
Nivîskar
📅 23 îlon 2026 20:30

PeyamaKurd - Piştî biryara Mansur Yavaş, 7 şaredarên din ên navçeyên paytexta Tirkiye Enqereyê ragihandin ku ew ji Partiya Gel a Komarî (CHP) îstifa dikin.

Şaredarên Beypazari, Kalecik, Şereflikoçhisar, Ayaş, Polatli, Gudul û Elmadagê bi daxuyaniyên hevpar diyar kirin ku ew ê ji niha pê ve wekî şaredarên serbixwe bixebitin.

Şaredaran di daxuyaniyên xwe de destnîşan kirin ku ew ê di rêya ku bi Serokê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş re dest pê kirine de bimeşin û li ser sozên xwe yên ji bo xizmeta gel dimînin.

Hin şaredaran sedema îstifaya xwe bi rewş û pêşveçûnên dawî yên di nava partiyê de girê dan, lê hemûyan tekez kir ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo Yavaş bidomînin û karên xwe yên herêmî bê navber bidomînin.

Parve bike: