TR KU SO
FB X
Cîhan

Li balafirgeha Esenboğa şaredarê Çankaya Hüseyin Can Güner xistin bin çav

Admin M
Nivîskar
📅 11 tîrmeh 2026 19:59

PeyamaKurd – Şaredarê navça Ankara yê Çankayayê yê CHP yî, Hüseyin Can Güner dema ji derveyê welat dageriya Ankara, bi sedema biryara binçavkirina wî hebû, li balafirgehê ew xistin bin çav. Dema li Ankara civîna NATOyê hebû, ew çûbû derveyê Tirkiyê ji bo tatîlê.

Bi şaredar Hüseyin Can Güner re biryara binçavkirina 36 kesan heye lê heya niha beşa têkoşîna bi sûcên darayî ya asayîşa giştî ya Ankara, tenê 27 kesan girtiye.

Tewana ku ji bo wan têkirin; bi koordinasyona serdozgeriya Anakara tê meşandin û weka sûc jî; ‘damezrandina rêxistina sûcî’, ‘endamtiya rêxistina sûcî’, ‘dana ruşwetê û sitendina ruşwetê’ û ‘xistina fesadiyê nav îhaleyan’ in.

Parve bike: