Li baregeha İncirlik a Adanayê zengila hawarê lê xist
PeyamaKurd – Yek ji baregehên NATOyê yên li Tirkiyê ya bajarê Aadana, İncirlik e. Li baregehê li pey hev zengila hawarê lê daye û xelk li ser medyayê xeberê belav kiriye.
Li ser belavbûna xeberê ya di ser medya civakî de, wezareta Bergiriyê ya Tirkiyê (MSB) daxwuyaniyekî da û tê de got:
“Di ser medya civakî de parvekirinên ku zengilên hawarê li baregeha Încirlikê lê xistiye, hene. Rewşekî neyînî an êrîşekî li ser baregehê nebûye. Tê ravekirin ku şaşiyekî di zengila hawarê de heye.”
Berê jî Îran 3 fuzeyan avêtibû Hatay û Dîlokê û fuze ji aliyê sîstema bergiriya hewayî de hatibûn xistin. Tirkiye li ser fuzeya sêyem ti agahî nedabû. Dibe ku ew fuze ji bo Tirkiyê bixin nav şerê heyî, ji aliyê hinek kes an dewletên din de hatibin avêtin.
Piştî şerê navbera Îran û DYA-Îsraîlê 2 sîstemên bergiriya hewayî ya Patriotan danîbûn baregeha İncirlikê û niha wê ya sêyem jî deynin baregehê.