TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Brîtanyayê di kamyonekê de cenazeyê 39 kesan hat dîtin

📅 23 cotmeh 2019 16:45

PeyamaKurd - Li herêma Essex a Brîtanyayê di hundirê kamyonekê de cenazeyê 39 kesan hat dîtin. Şoferê kamyonê hate desteserkirin.

Polîsê Brîtanyayê ragihand ku îro Çarşemê (23.10.2019) li herêma Essex ku dikeve rojhilatê Londonê cenazeyê 39 kesan di nav kamyonekê de dîtine.

— Sky News (@SkyNews) October 23, 2019

Li gor daxuyaniya polîsên Essexê, li Watergladeya avahiya pîşesaziyê di kamyonekê de ew 39 cenaze hatin dîtin.

Herwiha hat gotin ku şofêrê kamyonê yê 25 salî kut ê gotin ji Bulgaristanê birêketiye hatiye desteserkirin.

Parve bike: