Li Buhira Hurmizê qewimandinên ecêb çêdibin
PeyamaKurd- Di dinyayê de niha ciyê ku ji aliyê şer û gengeşê de germ dibe Buhira Hurmiz e. Amerîka berê keştita şer şand, paşî balafirên bombebaranê yên B-52 şand. Niha jî Emarata ragihand ku bo 4 keştiyên bazirganiyê sabotaj hatine kirin. Kes nizanê bê kî kiriye. Beyanên ku tên dayîn jî xeberên ne xêrê ne.
Keştiyên ku li limana Fuceyreyê bo wan sabote hatine kirin, du heb ji wan yên Erebistana Si’ûdiyê ne. Di demeka ku navbera Îran û Amerîkayê nexweşe de, ji Buhira Hurmizê 70 km dûr, li lîmana Fuceyreyê bo 4 keştiyan sabotaj hat kirin û teqîn di wan de hatin kirin. Nûçe, cara yekem ji aliyê medya Îranê de hatin dayîn.
Li gor ragihandina Emaratan ku ji wezareta karên derve hat kirin, dibêje ku xwestine xebatkarên keştiyan bikujin û ev tişteka talûke ye. Erebistan dibêje du tankerên behrê yên wanin û yek ji wan bi sedema petrolê barbike, diçû lîmana Erebistanê ya bi navê Ras Tanûrayê. Wezîrê enerjiyê ye Erebistanê ragihand ku xesareka zêde di keştiyê de çêbûye lê heya niha mirin û birîndarî tine ye.
Heya niha kesî bûyerê negirtiye ser xwe. Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê dixwaze mijar derê holê û endîşeyên xwe anî ziman.
Îranê, Amerîkayê bi lêdana keştiya wan ya balafiran tehdîd kiribû.