TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Çînê lehî: 47 kesan can dan

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 23 hezîran 2024 20:29

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di encama rabûna lehiyê ya li eyaleta Guangdong a Çînê de 47 kesan canê xwe ji dest dane.

Li bajarê Meycouyê yê eyaleta Guangdongê ji ber barana zêde, Çemê Songyuenê rabû û di encamê de lihiyeke mezin pêk hat.

Rayedarên Çînî ragihandin ku ji ber vê lehiyê li navçeya Pingyeenê 38 kesan, li navçeya Meyşianê 4 kesan û li navçeya Ciaolingê jî 5 kesan canê xwe ji dest dane.

Li Çînê, ji ber barana zêde ku hefteyeke didome xesareke mezin a malî jî pêk hat.

Bi sedan pirên li ser Çemê Songyuenê rûxiyan, rêyên li bajêr xera bûn û gelek zeviyên çandiniyê di bin avê de man.

Hefteya borî jî li eyaletên Fucien û Guicouyê yên li başûrê Çînê û li Herêma Xweser a Guangşi Cuangê gelek lehî rabûbûn.

Navenda Meteorolojiya Neteweyî ya Çînê ji bo eyaletên Guicouyaya li başûr, Hinan û Anhuiyên ên li naverasta welat û eyaleta Ciangsuyê ya rojhilat jî hişyariya barana xurt û rabûna lehiyê da.

Parve bike: