Cîhan
Li Çînê vîruseke din peyde bû
PeyamaKurd – Piştî vîrusa koronayê ku niha rewşeke gelekî metirsîdar li seranserê dinyayê çêkiriye û bi sedan kesan pê can daye, niha jî vîrusa şewba çûkan (ango şewba ajalên bi perik) li Çînê derket.
Li gorî ragihandina Wezareta Çandiniyê ya Çînê li eyaleta Hunan vîrusa şewba çûkan (H5N1) dest pê kiriye ku ti agahî û amarên derbarê wê nexweşînê û belavbûna wê de nehatin belav kirin.
Vîrusa H5N1 di salên 2009-2010 û 2013-2014an de li ser mirovan belav bûbû û gelek kesan bi wê vîrusê can dabû, lê belê tedawiya wê vîrusê heye û bi derziyan ew nexweşî derbas dibe.
Di medyayê de jî doh nûçeya ku li eyaleta Guicou ya başûrê Çînê li ser kesekî ew vîrus peyde bûye hatibû belavkirin.