Norweçê ji Çînê ji bo artêşê otomobilan kirê kir lê otomobilan temamê şîfreyên artêşê qeyd kirin
PeyamaKurd – Artêşa Norweçê ji bo tetbîqata leşkerî ji Çînê otomobîlên bi elektrîkê dixebitin kirê kir lê temamê otomobîlan tevgerên leşkeran, şîfrên tesîsên leşkerî qeyd kirin.
Kamerayên otomobîlan kîjan leşker li kîjan otomobîlê siwar bûye, çûne ku derê, li ku derê çiqas mane û şîfreyên deriyên tesîsên leşkerî jî qeyd kirine. Tevî leşkerên Norweçê rewşê fêm kirine jî ji ber di destê wan de têra tetbîqatê otomobil tinebûn, di temamê pêvajoya tetbîqatê de otomobîlan bikaranîne.
Otomobil ji bilî agahiyên di derbarê leşkeran de xebatên leşkerî yên hessas jî qeyd kirine. Ragihandina temamê van bûyeran ji aliyê kovara aboriyê ya Norweçê ji aliyê Dagens Næringsliv (DN) de, di 8ê Cotmehê de hat belav kirin.
Rûdan, di meha Êlûne de, di tetbîqata ku 5 hezar leşker tevlî bûn de, ya bi navê “Øvelse Hovedstad” (Parastina Payîtextê) de qewimî. Mijara tetbîqatê jî di wexta ku Oslo û tesîsên li dora wê bên parastin de, ji bo îhtîmala şer hat kirin.
Artêşa Norweçê dibêje ku berê Çînê ji wan re negotiye ku taybetmendiya qeydiya otomobîlan heye. Artêşa Norweçê bi 350 milyon kronan otomobîlan kire kiribû.