Cîhan
Li CNNê alarma bombeyê: Trump çi got?
PeyamaKurd - Li Amerîkayê bo avahiya medyaya herî mezin a welêt CNN International a li New Yorkê alarma bombeyê hat dayîn.
Avahiya li Time Warner Center ji aliyê polîsan ve hat valakirin û polîs bangewaziya xwedûrkirina ji wê herêmê li rayedar û xebatkarên CNNê kir.
Polîsê New Yorkê (NYPD) piştî lêgerînê bi demekê ragihand ku hîn îxbara bombeyê rast derneketiye û ew rastî bombeyê nehatine.
Hêjayî gotinê ye, ev demeke gelek alarmên bombeyan li Amerîkayê tên dayîn û gelek ji wan derew derdikevin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, dema tehliyekirina CNNê bo alarma bombeyê di twîtekê de got, “Nûçeyên derew, dijminên gel in” û ev gotinên wî rastî nerazîbûneke mezin hatin.