TR KU SO
FB X
Cîhan

Li DYAyê pira kestî lê ket hilwesiya

Admin L
Nivîskar
📅 26 adar 2024 15:38

PeyamaKurd – Li eyaleta Maryland a Amerîkayê pira ku keştiyeke barhilgir lê ketibû hilweşiya.

Keştiya kargoyê ya bi ala Sîngapurê li gorî saeta herêmî saet 01:35an de li Baltimoreya eyaleta Marylandê li Pira Francis Scott Key ya li ser çemê Patapscoyê qelibî. Piştî qezayê pira di nava saniyeyan de hilweşiya.

Midûriyeta Veguhastinê ya Marylandê (MTA) ragihand ku piştî qezayê trafîk hat beralîkirin.

Pira bi qasî 3 kîlometre dirêj û 4 hêl, bi navê Francis Scott Key, nivîskarê sirûda neteweyî ya Dewletên Yekbûyî, di sala 1977 de hate vekirin.

Parve bike: