Cîhan
Li Entabê operasyona maddeyên hisber hat kirin
PeyamaKurd- Li bajarê Entabê û 2 bajarên din operasyona maddeyên hişber hat kirin û di encamê de 35 kes hatin binçavkirin. Piştî lêpirsîna li baregeha asayîşê 7 kes hatin zîndanîkirin û 28 kes bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Kesên behsa wan têkirin ew kesin ku maddeyên hişber bi xwe çêdikin an ku hildiberînin.
Hêzên asayîşê di operasyonê de avêtin ser 27 navnîşanan. Taqîba bûyerê ev 3 mehe ku bi awayeka teknîkî têkirin. Di encamê de alavên ku ketine dest ev in:
687 hebên hişber, 525 gram hibera sentetîk, kaxezên taybet bo pêçandin û firotina maddeyan, 4 demançe, 29 telefonên berîka,29 sim kard, mêzêna xesas, 3 komputer, tivingeka pompeyî û alavên çêkirina maddeyên hişber.