TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Erebistana Si’ûdiyê 37 kes hatin îdamkirin

Admin M
Nivîskar
📅 24 nîsan 2019 01:42

PeyamaKurd- Erebistana Si’ûdiyê bi sedema têkiliyên bi terorê re hene 37 kesan îdam kir. Ji serê salê û heya niha herî kêm 100 kes hatine îdamkirin. Ragihandina kiryarê ji aliyê wezareta karên hundir de hat kirin.Wezaret di ser ajansa fermî ya dewletê di ser ajansa SPA yê de weha ragihand:

" Kesên hatin îdamkirin xwediyên fikrên terorîstî yên tund bûn, kaos çêdikirin û şerê navbera mezheban derdixistin, asayîşa welat xerab dikirin û hucreyên terorîstî ava dikirin.”

Her 37 kesên ku hatine îdamkirin hemwelatiyên Erebistana Si’ûdiyê ne. Îdamên wan li Riyadê, Mekkeyê, Medîneyê û herêmên El Qasim û Rojhilat hatine kirin

Parve bike: