TR KU SO
FB X
Cîhan

Li eyaleta Lorîstana Îranê agir bi rafîneriyekî ket

Admin M
Nivîskar
📅 10 tîrmeh 2026 20:43

PeyamaKurd – Li eyaleta Lorîstan a Îranê agir bi rafîneriyekî ket û tîmên îtfaiyê dixebitin da agir vemirînin lê heya niha di tanka esasî de xesarekî nebûye.

Li gor ragihandina ajansa fermî ya Îranê IRNA yê; li eyaleta Loristanê li navça Pol-i Dokhtarê agir bi rafîneriyê ketiye û qeymeqamiya navçê agahiyê daye.

Ji ber şewata rafîneriyê mezine, di vemirandina agir de zahmetiyên mezin hene. Ji navçe û bajarên der û dorê jî desteka vemirandina agir çûye, tankên yedek zerarê dîne lê heya niha agir negihaye tanka mezin ya bingehîn.

Îtfaiye dixebite da agir negihê tanka esasî û xebatên xwe dewam dike.

Parve bike: