Cîhan
Li Fransayê êrîs: 2 kustî û kesek jî birîndar bû
PeyamaKurd - Li rojavayê Parîs a paytexta Fransayê êrişek pêk hat û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî giran birîndar bû.
Emniyeta Parîsê ragihand: Li rojavayê Parîsê kesekî bi kêrê êriş kiriye ser çend kesên din, û di encamê de 2 kes hatine kuştin, kesek din jî birîndar bûye.
Polîs herwiha daye xuyakirin, ew kesê ku êriş pêk aniye, zilam bûye. Bi gotina polîsê Parîsê, rewş niha ji aliyê hêzên wan ve hatiye kontrolkirin.
Rêxistina terorê DAIŞê êrîş girte ser xwe lê polîsê Fransî ji êrîşeke terorî bêtir giraniyê dide ser îhtîmala ku pirsgirêkên rûhî yên êrişkar hebin.