TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Fransayê êrîsa Kalasnîkovê: 3 kes mirin

Admin L
Nivîskar
📅 22 gulan 2023 15:04

PeyamaKurd Li bajarê Marsîlya yê Fransayê di êrîşa çekdarî ya li dijî wesayîtekê de 3 kes mirin.

Li bajarê Marsîlyayê dO bi şev li dijî wesayîteke 5 kesan êrîşa çekdarî pêk hat.

Polîsan ragihandim, êrîş bi çekên kalaşnîkov hatiye kirin û di êrîşê de 3 kesan can dane.

Polîsan diyar kirin, êrîşkar û 2 kesên sax filitîn ji cihê bûyerê reviyane û polîsan êrîşê bi bazirganiya narkotîkê re girêda.

Polîsan eşkere kir, nasnameya 5 kesên ku bûne hedefa êrîşê hatine tespîtkirin û ew di maleke komî ya ku tiryak lê tê de hevpar e dijîn.

Ji bo girtina êrîşkaran lêpirsîn hat destpêkirin, hat ragihandin ku heta niha 5 kes hatine binçavkirin.

Hejmara kuştiyên êrîşên têkildarî bazirganiya narkotîkê ya îsal li Marsîlyayê gihişt 21an.

Parve bike: