Cîhan
Li Hindistanê di sewata avahiyê de 27 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê di avahiyekî de şewat derket û ji do heya îro cesedê 27 kesan ji avahiyê derxistin. Li gor ragihandina rêvebirên îtfaiyê; li rojavayê Delhiyê li îstasyona bi navê Mundka metroyê di avahiya 4 qat de li qata binî de şewat derket. Li ser belavbûna agir tîmên îtfaiyê zêdetirê 50 kesî rizgar kir. Lê di qata duyê de cesedên 27 kesan hatin derxistin.
Ji 27 kesan heya niha nasnameya 5 kesan hatiye tesbîtkirin. Kesên di şewatê de jiyana xwe dane piraniya wan jin in û kêm maye ku xebat bi dawî bibin. Îtfaiye ragihand ku di avahiyê de alavên vemirandina agir tinene.
Hat ragihandin ku destpêka agir ji dukkanekî ku kamerayan hildiberîne derketiye û 2 xwediyên wê hatine binçavkirin.