Cîhan
Li Hurmizê Keştiyek teqiya û noqî avê bû
PeyamaKurd - Artêşa Sipaha Pasdaran a Îranê ragihand ku li Tengava Hurmizê keştiyeke konteyneran ku di guzergeheke nehatiye destûrdan û gelekî metirsîdar re derbas dibû, li mayînê ketiye û agir pê ketiye.
Sipahê da zanîn ku keştiya ku zêdetirî 2 hezar û 500 konteyner hilgirtibûn, serê sibehê bi temamî noqî avê bûye. Derbarê nav û ala keştiyê de ti agahî nehatin parvekirin.
Sipaha Pasdaran ji ber konteynerên ku ketine nava behrê hişyarî da keştiyên din ên herêmê ku ji bo rêgirtina li rûdan û lihevdana ligel konteyneran, di dema derbasbûnê de tevdîrên herî bilind ên ewlehiyê bigirin.