TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Îdlibê agirbest ketiye meriyetê

📅 06 adar 2020 14:38

PeyamaKurd – Piştî hevdîtina Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimir Putin li Moskowayê, Tirkiyê û Rûsyayê di warê ragihandina agirbestekê de li Îdlibê li hev kiribûnû agirbest îro îniyê ketiye meriyetê.

Li gorî rêkeftina di navbera Rûsya û Tirkiyê de, agirbesta li Îdlibê îro roja înê (06.03.2020) saet 00.01ê ketiye meriyetê.

Tevî ragihandina agirbestê, aliyan peywendîdar dê çiqasî riayetî biryarê bibin dê di demên pêş de diyar bibe, li herêmê niha bêdengiyek heye.

Li gorî xalên rêkeftinê, di nava hefteyekê de 4 kîlometre li bakur û başurê rêya serekî ya M4ê were valakirin û li wir korîdoreke ewlehiyê dê were vekirin.

Herwiha biryar e li beşek M4ê Tirkiye û Rûsya bi awayekî hevbeş dewriyeyan bigerînin.

Parve bike: