Li Îranê qîza Hasimî Rafsancanî xistin binçav
PeyamaKurd – Qîza serokkomarê berê yê Îranê qîza Ali Ekber Haşimî Rafsancanî bi sedema ku destekê daye xwepêşandêran hêzên asayîşê wê xistin binçav. Li gor tewana hêzên asayîşê keça Rafsancanî Faîze Haşimî li Tehranê di çalakiyên li hemberê bûyera kuştina Jîna (Mahsa) Emînî de, goya xwepêşandêran defh daye nav çalakiyan an wan geş kiriye, wê xistine binçav.
Li gor ragihandina ajansa Îranê ya nîv-fermî Tesnimê; ji ber Haşimî çalakvanan teşwîqê xwepêşandanan kiriye, ji aliyê dezgeyekî asayîşê de hatiye binçavkirin. Nehat ragihandin bê ji aliyê kîjan dezgeyê de hatiye binçavkirin.
Haşimî, di hilbijartina bi guman ya sala 2009 an de ji ber li hemberê ewlehiya Îranê goya tevgeriyabû wê girtibûn. Di 17 ê êlûnê di kuştina keça Kurd Mahsa Emînî de ji ber di platforma medyayê ya bi navê "Clubhouse" de axifîye û di axaftina xwe de gotibû ku kiryarên Îranê li hemberê mehkûman ji yên Îsraîlê xerabtirin.
Faîze Haşimî bi rexneyên xwe yên li hemberê rêvebiriya Îranê weka çalakvaneka jin tê naskirin.