Cîhan
Îdîaya Arteşa Pasdaran a Îranê: Me F-35 ên DYAyê xistin
PeyamaKurd - Teqîna herêmî û geşedanên leşkerî berferehtir dibin; Arteşa Pasdaran a Îranê diyar kir ku wan li hemberî êrîşa DYAyê ya li ser girava Keşmê bersiv daye û baregeha El-Azrak a li Urdunê kirine armanc.
Di daxuyaniyê de hat îddîakirin ku bi fûzeyên balîstîk derb li hangara firokeyên şer hatine xistin, 3 firokeyên F-35 bi temamî hatine têkbirin û ziyaneke mezin gihîştiye 3 firokeyên din.
Her wiha hat diyar kirin ku di vê operasyonê de hinek personelên DYAyê jî canê xwe ji dest dane û van îddîayan di rojevê de cih girt.
Îranê eşkere kir ku ev gava leşkerî bersiveke rasterast e bo kuştina malbateke ku di xewde û bê guneh bu li girava Keşmê û destnîşan kir ku dê têkoşîna wan berdewam bike.