TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Îranê şerê Belûç û Pasdaran: 6 kuştî

Admin H
Nivîskar
📅 01 cotmeh 2026 14:03

PeyamaKurd - Artêşa Pasdarên Îranê (IRGC) ragihand ku li parêzgeha Sîstan-Belûcistanê ya li başûrê rojhilatê welêt, di navbera hêzên ewlehiyê û komeke çekdar de pevçûnek derketiye û di encamê de 6 kes hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya Pasdaran, şer di sibeha pêncşemê de li herêma Menzelabê ya nêzî Zahidanê qewimiye û koma ku wekî "terorîst" hatiye binavkirin di nava plana êrişê de bûye, her wiha hêzên ewlehiyê gelek teqemenî desteser kirine.

Rêxistina mafên mirovan û ajansa herêmî ya bi navê Halvashê da xuyakirin ku pevçûn çend demjimêran domandiye û di encamê de dengê gelek gule û roketavêjan li herêmê hatiye bihîstin.

Hêj derbarê nasnameya kesên ku di şer de hatine kuştin an jî windahiyên din de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Parve bike: