TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Îzmîrê 7 kesên goya propaganda terorê kirine, xistin binçav

Admin M
Nivîskar
📅 02 tebax 2024 00:47

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Îzmîrê bi sedema propaganda terorê kirine, hêzên asayîşê 7 kesan xistin binçav. Kesên kirine binçav, di ser medya civakî de propaganda kirine, 7 kesan xistine binçav û dadger tenê yek ji wan şand zîndanê.

Serpereştiya operasyonê serdozgeriya Îzmîrê kir û kesên xistin binçav, propaganda rêxistinên FETÖ, DEAŞ û El Kaide kirine. Polîs û cendirme bi hevre operasyonê kirin. Ji ber 3 kes li derveyê welat bûn, ew kes nehatin binçavkirin.

Kesên hatin berdan bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Parve bike: