Li Îzmîrê bi sîlihan li malên NATO yiyan xistin
PeyamaKurd- Li Tirkiyê li bajarê Îzmîrê li navçeya Bucayê bi sîlihên pompeyî li xaniyên ku wezîfedarên NATO yê tê de ne xistin. Êrîş ji aliyê du kesan de pêkhat û di wexta şevê de li dora 03.00an de çêbû. Polîsan her dû êrîşkeran girt wan xiste bin çav. Bi her dû êrîşkeran re 2 tivingên pompeyî, 25 qartûşên tivingan, maskekeyên berfê, êlekên êrîşê hatin girtin.
Her du kes hatin teslîmkirin bo tîmên li dijî terorê. 10 gule îsabetê ciyê nobedarê xaniyên wezîfedarên NATO yê kirine.
Lê li malên wan her dû kesan hat gerandin û di malên wan de lepik, kelepçe, kask û xaza îsotê û hinek alavên din hatin bidestxistin. Her du kes di îfadeyên xwe de gotine:
“Bi sedema ku NATO êrîşê Iraqê kiriye, me êrîşê xaniyên wezîfedarên NATO yê kir.”
Lêpirsînên li ser bûyerê dewam dikin.