TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Kubayê 8 kes mirin û 30 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 07 gulan 2022 01:39

PeyamaKurd – Li payîtexta Kuba Havanayê di otêla bi navê Saratoga teqînekî dijwar çêbû û di encamê de 8 kes mirin û 30 kes birîndar bûn. Ji otêlê alav û dûman dikişe lê sedema teqînê hê jî nayê zanîn. Otêla navborî dikeve hemberê avahiya Kongrê û xesarekî zêde di otêlê de çêbûye. Ragihandin di ser hesabê medya civakî ya wezareta dewleta Kubayê de hat kirin.

Gelek tîmên lezgîn çûne ciyê bûyerê û birîndaran birine nexweşxana bi navê Calixto Garciayê.

Parve bike: