Li Lubnanê krîza siyasî: Palamentoyê 9 caran nekarî serokomarê nû hilbijêre!
PeyamaKurd – Piştî îstifa û destjikarberdana Serokomarê Lubnanê Mîşev Ewn, Parlamentoya Lubnanê nikare serokomarekî nû hilbijêre.
Dawiya meha Cotmehê Mîşev Ewn dest ji kar berdabû ku erka wî jî bidawî dibû, lê Parlamentoya Lubnanê tevî ku 9 car ji bo dengdana serokomarê nû dicive jî heta niha nekariye posta serokomariyê dagire û serokomarê nû hilbijêre.
Herî dawî îro 8ê Kanûna 2022yan Parlamentoya Lubnanê careke din ji bo hilbijartina serokomar civiya.
Di civînê de parçebûneke dijwar di navbera ‘Koma 8ê Adarê’ ya bi serokatiya Hizbullahê û ‘Serdestiya Guhertinê’ û yên serbixwe de çêbû û li ser namzedekî hevbeş ê serokomariyê lihevkirin derneket.
Hat ragihandin ku Mîşel Muewed 39 deng, kaxezên spî 39, ‘Lubnana Nû’ 9 deng, Îsam Xelîfe 5 deng wergirtin û 4 deng jî hatin betalkirin.
Serokê parlamentoyê Nebîh Birî ragihand ku wê roja pêncşema bê, car din rûniştina dengdana serokomariyê pêk bê.