TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Moskowê trafîka Libyayê | Hafter û Serac jî dicivin

Admin H
Nivîskar
📅 13 rêbendan 2020 18:41

PeyamaKurd - Piştî ragihandina agirbesta li Libyayê danûstandinên çareseriya aloziya Lîbyayê li Moskovayê dest pê kirin.

Hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê Artêşa Niştîmanî ya Libyayê Xelîfe Hefter û Serokê Hikûmeta Wîfaqê El Serac bi rayedarên dewleta Tirkiyê û Rûsyayê re di hevdîtinan de cî digirin.

Wezareta derve ya Rûsyayê ragihand ku îro nûnerên ji artêşa Lîbya û hikumeta Wîfaqê tevlî danûstandinan bûn.

Wezaretê îro vê sibê ragihandibû ku fermandarê artêşa Niştîmanî Xelîfe Hefter û serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz el-Serac jî wê li hev rûnin.

Wezaretê da xuyakirin, wê ev yek bi piştevaniya Wezareta Derve ya Rûsya û Tirkiyê pêk were û di hevdîtinê de wê agirbesta li Lîbyayê were nîqaşkirin.

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Serokê Istixbarata Tirkiyê Hakan Fidan û Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar jî di hevdîtinên Moskowê de cî digirin.

Piştî ku di sala 2011an de serokê berê Muemer el-Qezafî hate kuştin, Libya bû du beş ku ev jî bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê çêbû.

Niha parlamentoya Libyayê li aliyê rojhilat e û hikumeta Wîfaqê jî li aliyê rojava (Trablûs) wek du dewletên cuda kar dikin.

Parve bike: