Cîhan
Li Myanmarê bablîsok bû sedema mirina 6 kes û 109 birîndaran
PeyamaKurd – Li welatê Myanmarê li herêma Naypyidaw Union ê bablîsok rabû û di encamê de 6 kes mirin û 109 kes birîndar bûn. Bablîsok li gundên bi ser Leweyê bandora xwe nîşan da û xesarê da ji 200an zêdetir xaniyan.
Li gor ragihandina polîs; ji birîndaran rewşa 16 kesan xedare. Ji bo rizgarkirina mirovan hê jî xebatên dewletê dewam dikin.