Cîhan
Li navçeya Bexdayê ya Keradeyê gefa DAISê peyda bû
PeyamaKurd-Ji ber gefa êrîşên DAIŞê, navçeya Kerade ya ser bi Bexdayê ve bi temamî hat girtin. Hat zanîn ku hêzeke mezin a ewlehiyê li deverê hatiye bicihkirin.
Di saetên vê şevê de navçeya Kerade ya Bexdayê ji çûnehatê re hat girtin û sedem jî ewlehiya navçeyê hat nîşandan. Li gorî çapemeniya Iraqê, îşev şeva duyemîn e ku Kerada ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi temamî tê girtin da ku pêşî li gef û metirsiya terorîstên DAIŞê bê girtin.
Li gorî nûçeya hatiye belavkirin, metirsî heye ku çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê çalakî pêk bînin. Li gorî zanyariyên ku gihîştine ber destên saziyên ewlehiya Iraqê, DAIŞ dixwaze di Meha Remezana pîroz de çalakiyên terorî pêk bîne.