Cîhan
Li Necefê li ber Enstîtuya Amerîkî teqînek bi hêz çêbû
PeyamaKurd – Li bajarê Necefê yê Iraqê, li pêş Enstîtuya Amerîkî ya Ferkirina Zimanê Îngilîzî, teqîneke bi hêz çêbû.
Li gor zanyariyan, teqîna li Necefê di encama bombeyeke çandî de pêk hat.
Enstîtu Amerîkî ya Fêrkirina Zimanê Îngilizî, li taxa el-Ghadeer a bajarê Necefê ye. Piştî teqînê, ziyanên madî çêbûn.
Herwiha, hêzên asayîşê yekser hatin devera teqînê û dest bi lêkolînan kirin.