Cîhan
Li peravên Ummanê êrişî keştiya kargoyê hat kirin
PeyamaKurd - Li nêzîkî bajarê Limahê yê li peravên Ummanê, di encama êrişeke ser keştiya kargoyê ya bi navê MSV Al Jusufi de denizvanekî bi aslê xwe Hindî jiyana xwe ji dest da.
Wezareta Karên Derve ya Hindistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku ji bilî kesê jiyana xwe ji dest dayî, 13 hemwelatiyên din ên Hindî ji vê bûyerê hatine rizgarkirin.
Di daxuyaniyê de ev êriş bi tundî hat şermezarkirin û fikarên kûr ên dewleta Hindistanê yên derbarê berdewamiya êrişên li ser keştiyên bazirganî û binesaziya sivîl a li herêmê hatin ziman.
Wezaretê tekez kir ku divê hemû êrişên li ser xetên bazirganiyê yên li deryayê bi lez bên rawestandin da ku ewlehiya deryavan û bazirganiya navneteweyî bê parastin.