TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Rojava partiyeke nû hate sazkirin

Admin V
Nivîskar
📅 28 adar 2018 16:38

Li Bakurê Sûriyê bi îttîfaqa Kurd û ‘Ereban partiyeke nû hate sazkirin. Partî bi piştgiriya TEV-DEMê hate sazkirin û navê wê wekî “Partiya Pêşerojê ya Sûriyê” hate qebûlkirin.

Partiyê, duh li Reqqayê kongreya xwe li dar xist û 800 delege û 100 nûnerê partiyên siyasî beşdarî vê kongreyê bûn. Hevserokên partiyê jî, ‘erebekî bi navê Îbrahîm Qeftan û hevseroka Komîteya Aboriyê ya  Qantona Cizîrê Hewrîn Xelef a Kurd hatin qebûlkirin.

Rayedarên PYD û TEV-DEMê û gelek kesên ‘Ereb, Kurd û Suryan beşdarî kongreyê bûn.

Wekî din Amerîkayê jî ji bo vê partiyê piştgiriya xwe nîşan da. Berdevka Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Heather Nauert got ku kîjan partî ji biryarê Netewên Yekbûyî re rêzdar be û li Sûriyê çareseriya siyasî qebûl bike, em ê jî piştgiriyê bidin wan.

Parve bike: