Cîhan
Li Samê agir bi navendeke bazirganiyê ket: 11 kes mirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li paytexta Sûriye Şamê agir bi avahiyeke navenda bazirganiyê ketiye û ji bilî ziyanên madî 11 kesan jî can daye.
Li gorî ajansa SANA ya dewletê, Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihandiye, îro danê sibê di encama şewata li avahiya “La Mirada Mall” a li kolana El-Hemra ya Şamê de, 11 kes mirine.
Wezaretê herwiha daye xuyakirin ku lêkolînên li ser sedema şewatê berdewam dikin.
Serokê beşa ambûlansê li nexweşxaneya “El-Muctehîd” Dr. Mihemed Ebû El-Rîş gotiye, 7 term bûne rejî û nehatine naskirin ku piştî testên DNAyê wê nasnameyên wan bên diyarkirin.