TR KU SO
FB X
Cîhan

Li ser balafirên F16 yên Iraqê ji ber derketina Amerîkayê ji Iraqê metirsî çêbû

Admin L
Nivîskar
📅 02 îlon 2020 13:09

PeyamaKurd – Li ser balafirên F16 yên Iraqê, ji ber vekişandina 2 hezar leşkerên Amerîka û radestkirina çend binkeyên serbazî bo Wezareta Berevaniyê ya metirsî çêbû.

Li gor raporteke Amerîkî hişyarî da, dibe ku Iraq hemû balafirên xwe yên F16 ji dest bide. Ji ber ku diyar e, li Iraqê tîmeke pispor a teknîkî tine ye û kompaniyên teknîkî, ji destpêka îsal ve vekişiyane û gendeliyeke mezin heye li Balafirgeha Beled a balafirên F16 yên Iraqê lê ne.

Li ser vê mijarê Fermandarê Hêzên Esmanî yên Iraqê Şehab Cahîd destnîşan kir: “Me rahênan li ser balafirên F16 kiriye. Niha balafirvanên me Iraqî ne, ango ji sedî sed prose Iraqî ye. Ji destpêka îsal ve, piştî ku kompaniyên lojîstîk biryar dan Iraqê di cih de bihêlin, me tîmeke xwe ya teknîkî amade kiriye.”

Ji ber tirsa serîhildana kêşeyên teknîkî, hejmara firînên rojane, ji 16 firînan, bo 2 firînan hatiye kêmkirin. Herwiha hejmara balafirên ku bi kar dianîn, ji 20 balafiran bo 7 balafira hatiye kêmkirin.

Herwiha metirsî heye ku piştî derketina Amerîkayê ji Iraqê, kesên nêzîkî Îranê dest deynin ser wan balafiran.

Amerîkayê bi rêya peymaneke bi 4 milyar û 500 milyon dolaran, 36 balafirên F16 firotin Iraqê. Niha ji ber gendelî û neşarezayî, metirsiya jidestdana wan balafiran heye.

Parve bike: