Cîhan
Li ser pirsgirêka arazî bav û kur hatin kuştin
PeyamaKurd – Li bajarê Bolu ya Tirkiyê li navça Mengenê li belda Gökçesuyê li taxa an gundê Hurriyetê, li ser pirsgirêka arazî pismam şer kirin û R.Ç. bi tivinga pompeyî li bav û kurê wî xist.
Di encamê de bav Tayfun S. û kurê wî Tayfun Muhammed S. li ciyê şer jiyana xwe ji dest dan. Dema cendirme û tîmên tendursitiyê çûn ciyê rûdanê dîtin ku bav û kur, her dî can dane.
Piştî kontrola ewilî, cenzeyan birin morga nexweşxana dewletê ya navça Mengenê. Ji bo kujer û kesên pê re bûn bigrin, cendirme dest bi xebatê kirin.