TR KU SO
FB X
Cîhan

Li ser sînorê Venezuelayê ser û pevçûn

Admin M
Nivîskar
📅 24 sibat 2019 15:48

PeyamaKurd- Amerîka û hevkarê wan bi sedema xwestin alîkariya mirovî here Venezuelayê, li ser sînor di navbera muxalefeta Venezuelayê û leşkerên dewletê de şer û pevçûn derket. Di encamê de 4 kes hatin kuştin û di ser 200 kesî de birîndar hene.

Li ser pira Simon Bolivorê ku Venezuela û Kolombiyayê bi hevre girê dide, hêzên asayîşê bi xaza ku li çav bandorê dike, mudaxeleyê xwepêşandêrên ku Molotof kokteyl û kevir davêtin wan, kirin. Pireka dinê ya bi navê Francisco de Paula  Santander e ku di dema kamyonên alîkariyê dihatin, kamyon hatin şewitandin. Rêvebirên dewletê dibêjin ku kampon ji aliyê muxalifan de hatine şewitandin lê muxalif jî dibêjin ku kamyon ji aliyê dewletê ve hatine şewitandin.

Di ser sînorê Brezîlya de, bo alikariya derman û alîkariya mirovî heya niha deriyê ku bi hêsanî tê de alîkarî hatiye ew deriye. Hat ragihandin ku ber destî sibê keştiya ku 200 ton bar hilgirtiye û tê de eşyayên alîkariya mirovî hene, li ser ava navdewletî, bi sedema ku hêzên deryayî yên Venezuelayê dê mudaxele pê bikin, rawestiyaye.

Parve bike: