TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Sîstan-Belûcîstanê pevçûn: 3 kustî

Admin M
Nivîskar
📅 24 nîsan 2021 22:16

PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Sîstan-Belûcistanê di navbera grûbeka çekdar û hêzên dewletê de şer derket. Li ser bûyerê artêşa Îranê agahiyekî nivîskî da. Di agahiyê de weha got:

“Li herêmê grûbekî amadekariyê dikir da tevgeran bike. Hêzên ewlehiyê wê grûbe xist kemînê û 3 kesên grûbê kuştin.”

Nehat ragihandin bê endamên kîjan rêxistinê hatine ji navbirin. Li deverê gelek grûb hene ku yek ji wan ji aliyê Îranê de weka grûba terorî hatiye îlankirin ku navê wê ‘Ceyşu'l Adl’ e. Li Belûcistanê mafê xelkê Belûc yê sunnî diparêze.

Parve bike: