Cîhan
‘Li Stenbolê rêjeya mirinê % 35 zêde bûye’
PeyamaKurd - Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ragihand ku li wî bajarî rêjeya mirinan li gor 2 salên berê ji sedî 30 heta 35 zêde bûye.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (IBB) Ekrem Îmamoglu di bernameyeke televîzyonî de diyar dike ku li Stenbolê rêjeya mirinan ber bi zêdebûnê ve diçe: “Li Stenbolê rêjeya mirinan li gor 2 salên berê ji sedî 30 heta 35 zêdetir bûye.”
Berî niha çend rojan Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca di derbarê belavbûna koronayê de eşkere kiribû ku Wuhana Tirkiyê, Stenbol e.
Herwiha li gor daneyên fermî yên hikûmeta Tirkiyeyê ji sedî 60ê haletên tûşbûna vîrusa koronayê ya nifşê nû (Covid-19) li Stenbolê ne.