Cîhan
Li Sûdanê hemû sendîkayên rejîma dîktator Omer Besîr hatin girtin
PeyamaKurd – Li welatê Sûdanê ku rejîma dîktator Omer el Beşîr hatiye hilweşandin, bermayiyên wê rejîmê jî yek bi yek ji holê têne rakirin.
Otorîteya demkî ku piştî hilweşandina desthilatdariya Omer El Beşîr, ji bo birêvebirina welat hatiye erkdarkirin ragihand ku sendîkayên di dema rejîma Beşîr de hatine avakirin hatine betalkirin.
Konseya rêveberiya Sûdanê ya ji leşker û sivîlan pêk tê, bi daxuyaniyekê ragihand û got: "Rayedarên Sûdanê biryar dan ku hemû sendîkayên pîşeyî betal bikin."
Konseyê her wiha biryar da ku sendîkaya parêzeran betal bike û ji nû ve hilbijartin lê bê kirin.
Rayedarên rêveberiya demkî ya Sûdanê herwiha ji bo destdanîna ser mal û milkên Partiya Kongreya Neteweyî ya Omer el Beşîr jî komîsyonek ava kirin.